HAK-PAR Cûda Beşdarî Helbijartina dibe

HAK-PAR Cûda Beşdarî Helbijartina dibe

Partîya Maf û Azadîyan li Tirkîye ‘HAK-PAR’ ne kefte nav lîsta namzedên serbixwe ya BDP ê jibo helbijartinên Parlemanê Tirkîya. Serokê HAK-PAR Bayram Bozyal gote Dengê Amerîka, partîya wî ne sûcdarê bitenê ya jibo wê êknegirtinê. Wî got, ew bixwe bawernakin 10% bibin lê ew dixwazin sîyasetek Kurdistanî bimeşînin û dijatîya partîyên Kurda nekin.

Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel Bayram Bozyal, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.