Li Bîngolê Operasyonên Dijî BDP'ê Berdewam Dikin

Alîgirên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) di civîneke girseyî de xwane dibin

Serokê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) yê rêxistina bajarê Çewlîgê (Bîngol) Halîs Yurtsever û jimareke rêvebirên din yên vê partîyê ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine binçav kirin.

Tevî ku serokê BDP’ê hate serbest kirin jî, çend kesên din hîn jî di girtîgehê de ne. Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê de Halîs Yurtsever li ser van binçavkirinên dawî daxife.

Birêz Yurtsever dibêje, bi nêzîkbûna Newrozê êrîşên dijî wan zêde dibin, lê ew bi coşeke mezin sala nû pîroz bikin.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka "Guhdarî Kirin"a jorîn klîk bikin.