Hasip Kaplan: “Ku AKP Hîle Neke, Îmamoglu Dê Serketî Be”

Bi nêzîkbûna hilbijartina Stenbolê ya di 23’ê Hezîranê de girjîya navbera berbijaran bilind dibe.

Parlamanterê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Hasîp Kaplan dibêje ku heke partîya desthilatdar hîle neke, namzedê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ekrem Îmamoglu dê hember berbijarê Partîya Dadê û Pêşvebirinê (AKP) Bînalî Yildirim serketî be.

“Ger desthilatîya AKP’ê hîle-pîle neke, Îmamoglu li pêş xuya dike. Lê, Erdogan û îqdidara wan, bi zilm û zordestî, bi ruşwet û peran dixwazin qezenç bikin. Çi dikin bila bikin, êdî dawîya wan hatiye û ewê bi ser nekevin.”

Kaplan sîyaseta AKP’ê ya ser Kurdan bi tundî rexne kir û bi bîr xist ku heta Selahattîn Demîrtaş, parlamanter û şaredarên Kurd ji girtingehan neyên rizgarkirin, ev desthilatî dê nikaribe kêşa Kurdan çareser bike.

Kaplan karanîna Bînalî Yildirim ya peyîva Kurdistanê li Amedê rexne dike û wek sîyeteke dûrûtî bi nav dike.

“Parlamanterê me Osman Baydemîr çima ceza xwar? Jibo ku gotibû “Kurdistan dilê min e”. Lê, Yildirim diçe Amedê û dibêje Kurdistan tişte nabe. Em dibînin ku ev ayara îqdidara AKP’ê xira bûye. Tê Amedê dibêje Kurdistan, tê Enqerê dibêje Tirkîstan.”

Kaplan, sîyaseta HDP’yê vê gavê jî bi lawabûnê rexne kir.

“Di dema me de 20 parlamanter hebûn û me du dewir qiyamet rakir. Aniha nêzî 60 parlamanter hene û ewqas şaredarî di destê wan de ne, lî ew bi karîgerî rengê xwe dîyar nakin.”