Li Enqerê rûniştina 17’an ya Doza Kobanê hat kirin. Hevserokên Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Pervîn Buldan, endam û rêvebirên HDP’ê li pêşîya Girtîgeha Sîncanê civîn.
Sancar li wê derê got ku ew rejîm HDP’ê jibo xwe wek metirsî dibîne û dixwaze li ser Doza Kobanê tolê hilde.”
“Ji alîyê desthilatîyê ve di sala 2016’an de parezbendîya parlamanterên me hatin rakirin. Di nav wan de hevserokên me û parlamanterên me hatin desteser kirin û girtin. Bi operasyonên nêhiqûqî bi hezaran hevalên me yê sîyasî rehîn hatin girtin. Armanca desthilatîyê ev e bu ku bi van êrîşan partîya me HDP’ê bitirsînin.”
Sancar bi bîr anî ku heta niha nêzî 10 hezar endam, rêvebir û parlamanterên HDP’ê girtî ne û desthilatî bi Doza Kobanê jî dixwaze ku partîya wan bifetisîne.
“Em dikarin vê rejîma hiqûq nenas tenê bi yekîtîyeke xurt rawestinîn. Ger em dest bidin hevdu û li hemberî vê xedarîyê bibin yek, wê gavê em dikarin serketî bibin.”
Hevserokê HDP’ê bal kişand ku nêzî 18 meh in ku Doza Kobanê didome û wî dirêjkirina darizandinê wek cezadayînê bi nav kir.
Sancar bi berdewamî got ku dadgeh bi wê helwesta xwe mafê parastinê jî tune dike.
“Di serê vê dozê de hiqûq hate binpê kirin. Yê ku doznameya vê dozê amade kiriye Bahtîyar Çolak e û ew bi xwe jiber çetebûnê tê darizandin. Loma jî Doza Kobanê tevahî dozeke kumpas anku çêkirî ye. Armanca vê doza sîyasî ew e ku me ji hole rakin û rejîm bi vê dozê dixwaze ku emrê xwe dirêj bike. Li bila baş were zanîn ku em gel in û gel wê tim serketî be.”
Doza Kobanê, ku di derheqa 108 rêvebirên HDP’ê de hatibû vekirin, cara yekê di 26ê Avrêla 2021’an de li Girtîgeha Sîncanê ya Enqerê, di Dadgeha Cezaya Giran ya 22’an de destpê kiribû.
Di vê dozê de hata niha jî encameke berbiçav derneket, lê HDP’ê vê dozê li ser xwe wek şûrekê dibîne.
Your browser doesn’t support HTML5
ED_04_0-10_2022_Doza_Kobanê_Sancar