Piştî Hilbijartinê Bahoza Nava HDP'ê Didome

Hevserokên Giştî yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar du roj berê di Medya Haber TV de gotibû ku ewê di kongreyê de dest ji kar berdin.

Serokê Komela Lêkolînên Kurd Reha Ruhavîoglu ji Dengê Amerîka re got ku ger di hilbijartinê de kêmahîyek heye, ev ne tenê ya hevserokane, bi giştî ya rêvebirîya HDP’ê ye.”

Berpirsê Komîsyona Karê Hilbijartinê û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Emîralî Turkmen jî got ku ewê li ser kêmahîyên xwe bi tevahî bisekinin û dest bi pêvajoa rexnekirinê bikin.

Di Medya Haber TV de ji hevserokên HDP’ê hatibû pirsîn ku gelo ewê hemberî şikestina hilbijartinê çi bikin, gotibû ku ewê di kongreyê de erkeke nû negire.

“Me bi hêvîyeke mezin kar û barên hilbijartinê bi rê ve bir. Lê ana em dibînin ku kêmahîyên me hene. Emê van tevahî di lijneyên xwe de gotûbêj bikin û du re jî dest bi pêvajoya kongreyê bikin. Ez ser navê xwe dibêjim ku ezê di kongreyê de erkekê negirim.”

Sancar jî got ku wî ji heman biryar daye ku erkeke nû nestîne.

“Piştî roja hilbijartinê me gelek vekirî got. Em pêvajoya konferans û kongreyan bidin destpê kirin. Me got di vê pêvajoyê de çi kêmahîyên me hene emê bidin ser maseyê. Ez jî di heman biryarê de me, di kongreyê de ezê erkekê negirim.”

Dema ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de opozîsyon bi ser neket, di nav hemû partîyên opozîsyonê de gengeşî destpê kirine û di nav HDP’ê de jî nerazîbûnên mezin didomin.

Rexnêyên ku li ser HDP’ê derdikevin pirtir li ser rêjeya dengên wê ye jiber ku HDP’ê di hilbijartina 7 Hezîranê 2015’an de % 13,12, di ya 1ê Mijdara 2015’an de % 10,8 û di ya 24ê Hezîrana 2018’an de jî % 11,7 deng sitandibû.

HDP’ê di vê hilbijartinê de % 8,8 deng wergirtibû ku hilbijerên wê bi dengekî tund rêvebirîya partîyê rexne dikin.

Li Tirkîyê hilbijartina parlementoyê û serokomarîyê bi hevre çûbûbû û HDP’ê ji bo serokamorîyê ti endam nîşan nedabû û piştîrî dabû Kemal Kiliçdaroglu.

Ew biryar di nava HDP’ê de bûbû sedama nîqaşan û pir kes dibêjin ku divebû HDP’ê namzedê xwe dîyar bikira.

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî gotibû ku wî xwastîye ku bibe berbijar, lê rêvebirîya HDP’ê pêşnîyara wî nepejirandiye.

Berpirsê Komîsyona Karê Hilbijartinê û Cîgirê Hevserokên Giştî, Turkmen dibêje ku wan hewildaneke nû xistiye rojevê.

“Emê di demên pêşîya me di warê rêxistinbûn û serdema polîtîk de dest bi pêvajoyeke hesapdayînê bikin. Di vê qonaxê de emê rexne û xwerexnekirinê bikin armanc. Partî jî wek hucreyê zindî ne loma divê em jî xwe jinûve saz bikin.”

Ruhavîoglu jî bawer dike ku nabe berpirsîya encamên hilbijartinê tenê li ser hevserokan bimîne.

“Seroktîya HDP’ê wek serokên CHP an jî AKP’ê ne ku hemû biryaran bi tena serê xwe bide. Li vê derê sazîyek heye û biryar bi hevre têne dayîn. Heke kêmahîyek heye HDP’ê bi giştî berpirs e. Heke HDP bi giştî xwe nû neke û rexneyeke bi giştî neyîne cî, ez bawer nakim ku pêşveşûnekê bi dest bixe. Pêdivîya HDP’ê bi guhertinekê ji binî heta serî heye.”

Hêjayî balkişandinê ye ku do li navenda giştî ya HDP’ê Baskê Jinên HDP’ê û Partîya Çep ya Kesk civîyan.

Berdevka Partîya Çep ya Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar li ser vê jinûve sazbûnê got ku ewê di pêvajoya pêşîya wan de hemû pirsgirêkên xwe nîqaş bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_06_06_2023_HDP_Gotubej_Kongre