Berdevka HDP’ê Gunay: Me jibo Çareserîyê Dest bi Hevdîtinên bi Opozîsyonê Kir

Ebru Gunay

Partîya Demokratîk ya Gelan HDP’ê jibo çareserîyên pirsgirêkan dest bi serdana partîyên opozîsyonê kir.

Berdevke HDP’ê Ebru Gunay li Navenda Giştî ya HDP’ê prenskonferansa hefteyî de li ser van serdanan agahî da bîragîştî.

“Me saleke dijwar paşta hîşt, di vê salê de gelek êrîş li hemberî partîya me hatin kirin. Niha jî me jibo çareserkirina hemû kêşeyan dest bi seradanê partîyên opozîsyonê kir.”

Berdevke HDP’ê Gunay li ser çalakîyên HDP’ê yên sala 2021’an sekinî û ragihand ku ji Edîrneyê heta Cûlemêrgê, ji Mêrdînê heta Stenbolê, ji Amedê heta Enqerê bi jin, cîwan, kedkar, karmend û bi tevahîya kesên ku tên çewsandin hevdîtin çêkirine. Gunay got, “Bi kurtasî li tevahîya Tirkîyê me têkoşîn meşand û pêkve jiber xwe da. Sala 2022’yan de jî emê van hewildanê xwe bidomînin. Emê bi hev re têkbikoşin û bi hev re jî serkevin.”

Di rojên borî de Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar serdana Serokê Giştî yê Partîya Saadet'ê Temel Karamollaoglu kiribûn. Her sê jî li hemberî kamereyan hilbijartina pêşwext xwestibû.

Berdevka HDP’ê Gunay, li ser van serdanan got ku ewê serdana CHP’ê, Partîya Deva û Partîya Dahatû jî bikin.

“Pirsgirêkên Tirkîyê berdewam dikin. HDP jibo çareserîya van pirsgirêkan rola xwe dilîze. Careke din emê jibo gelan, jibo tevahî civaka Tirkîyeyê rola xwe bilîzin. Krîza aborî, bê sînor berdewam dike. Careke din hem jibo çareserîya krîza aborî hem jî çareserîya nerêvebirîna vê desthilatdarîyê, me bi partîyên sîyasî re dest bi hevdîtinan kir. Me do bi Partîya Saadet'ê re hevditîn pêk anî em ê hefteya pêşîya me de jî bi CHP, Partîya DEVA û Partîya Dahatû re hevdîtinan pêk bînin.”

Berdevka HDP’ê Gunay li ser kêşeya girtinçgehan jî rawestîya û helwesta desthilata sîyasî rexne kir.

“Desthilatdar li hemberî girtîyan polîtîkayên neyartî, tecrîd û kuştinê dimeşînin. Di salên 90’î de kuştîyên ku kiryarên wan ne dîyar e pêk dihatin, lê îro jî li zindanan kuştina girtîyan pêk tê, em vê yekê qebûl nakin.”

Di rojên borî de parlamenter û bajarvanê berê yê Qersê Ayhan Bîlgen ji HDP’ê îstifa kiribû. Gunay got ku Bîlgen kesekî ku ked daye HDP’ê û ew ji wî re serketinê dixwazin.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_24_12_2021_Ebru_Gunay