Piştî hilbijartina 31 Adarê heta niha bi tevahî 38 şaredarî ji destê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) hatine girtin. Di nav wan de ji 32 bajarvanîyan re qayum hatine danîn û Komîsyona Bilind Bilind Hilbijartinê jî dest daye ser 6 şaredarîyan.
Desthilatîya Tirkîyê bi awayekî dijî hiqûqî HDP’ê li her platformên xwe wek partîyeke terorîst dide nîşandin û jiber wê jî HDP dibe armanca gelek êrîşan. Tenê di nav du salên dawî de ji 5 hezarî zêdetir endam û rêvebirên HDP’ê hatine binçav kirin ku irtir ji 500 ji wan hatine girtin. Niha gelek parlamanter, rêvebir, serokên şaredarîyê û endamên HDP’ê li zîndanê ne.
Parlamanterê HDP’ê Mensur Işik, dema li ser armanca pişandina qayuman disekine, dide xuya kirin ku ev ne guhertina feraseta dewletê ya dijî Kurdan e.
“Berî her tiştî ev zîhnîyet û sîstem ne tenê ya desthilatîya AKP û MHP’ê ye. Ev sîstema dewletê nîşan dide. Careke din dîyar dibe ku di warê pirsgirêka Kurd de feraseta dewletê neguherîye. Ev jî dîyar dike ku dewlet vîna xwe ya kevneşopî didomîne.”
HDP’ê di dema hilbijartinê şaredarîyê de palpiştîyeke mezin dabû CHP’ê. Lê di dema pîşandina qayuman de CHP’ê dijî deketineke xurt nîşan neda.
Işik helwesta CHP’ê rexne dike û dibêje ku CHP’ê hember pişandina qayuman û derxistina destûrnameya leşkerî ezmûneke baş neda.
“Hevkarîya me ya ligel CHP’ê dema hilbijartina gelek girîng bû. Heke ew naxwazin ev hevkarîyê xira bibe, wê gavê pêwîst e ku girseya CHP’ê di vî warî de hem serokê partîya xwe û hem jî rêvebirîya wê hişyar bike.”
Your browser doesn’t support HTML5
ED_01_21_2020_Mansur_Isik.mp3