Sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê dibêjit, eger desthelatdar karekî nekin bo rêgirtinê li pêşêlkirina mafê rojnamevanan li herêmê eve ew dê helwîstegî rohin û aşkera wergirin. Di daxweyanîya xwe ya 6 Adarê de, sendîkaya rojnamevana zêdegavîyên li dijî rojnavan û dezgehên ragihandinê şermezar kirine û daxwazê ji desthelatdaran diket pêşêlkara diyarbikin.
Helwîstê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Hember Zêdegavîya lidjî Ragihandinê
Di hevpeyvînekê de digel Dexîl ê Şemo ji Pişka Kurdî Dengê Amerîka, Îsmaîl Tahir, sikretêrê sendîka rojnamevanên Kurdistanê got, bersiva wan dê bi awayên sivîl bit lê dê sor ûsor bit.
Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna digel Îsmaîl Tahir, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.