Hervîn Uso Azad e Piştî 12 Rojên Girevan

Hervîn Uso Azad e Piştî 12 Rojên Girevan

Piştî 12 rojên zîndanê û gireva bê xwarin û bê vexwarin xanim Hervîn Uso hat azad kirin. Xanim Hervîn gote Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dema hêzên ewlekarî yê ez girtîm û gihandîm navenda asayîşê wan li min dixist û gelek gotinên pîs û xeber di gotin min. Xanim Hervîn got, azadî ya derve gelekê xweşe lê dema ez derkrtîm min dît ka çend girtin û binçav kirin hene, min hest pêkir Sûrîya tevde zîndane. Xanim Hervîn ne hevbîre digel wan kesên dibêjin, baştire herêm Kurdan niha beşdar nebin di xwenîşandan û nerazî bûnên Sûrîya de. Wê got, nalîna min hember bê dengî ya Kurdan ji nalîna zîndanê mezintir bû.

Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel Xanim Hervîn Uso, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.