Hesen Salih Cîgirê Sekreterê Partiya Yekîtîya Kurd li Sûrîye gote Dengê Amerîka, ewê sibe pişikdarî xwepîşandanên xorta bin li Qamişlo. Wî got, di zîndanê de wan bawer nedikir li vî demî xelkê Sûrî serhildanê bike û eger berê tevgera Kurdî kêmasî kirine, lê divê niha ew tevger û xort yek bin.
Hesen Salih û dû endamên komîteya siyasî ya partîyê Mihemed Mistefa û Marûf Mela Ehmed li dawîya 2009 ê ji aliyê dezgehên ewlekariya siyasî hatibun girtin, piştî wan di kongrê Partiya xwe da daxwaza otonomîyê bo Kurdên Sûriyê kiribu.
Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Hesen Salih, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.