Hevpeyvîn digel Ferhad Emîn Etrûşî, Endamê Perlemanê nû yê Îraqê

Hevpeyvîn digel Ferhad Emîn Etrûşî, Endamê Perlemanê nû yê Îraqê

Hevdem digel vekêşana serbazên şerî yên Amerîkî ji Îraqê û zêdebûna tûn û tîjîyan, komelên sîyasî yên Îraqê rêknekeftîne liser pêkînana hikmeta nû. Di hevpeyvînekê de digel Dexîl ê Şemo ji Pişka Kûrdî ya Dengê Amerîka, Ferhad Emîn Etrûşî, endamê perlemanê nû yê Îraqê dibêjit; komalên Şî’a helwîstên xwe nerim kirine hember daxwazên hev û din, lewan dûrnîne li van roja ew bigehin çareseryekê.