Li demê seredana wî bo Dengê Amerîka, hozanvan û nivîskarê Kurd Xelîl Duhokî bû mêvanê Bernama Ferheng û Torê Kurdî û wî got, di pêvajoya ronakbîrîya herêmê de, xwendiana berhemên ronakbîrî lawaze.
Xelîl Duhokî, li sala 1951 li bajarê Duhokê hatîye jîyanê, li despêka salên 1970 yan wî destdaye vehandina hozana. Piştî cend salên xebatê rû kirîye Siwîdê û di çend rojnamên Kurdî de karkirîye, weka Berebang, û bûye endamê Êketîya Nivîskarên Siwîdê. Çend sale Xelîl Duhokî vegeryae Kurdistanê û bûye rawêjkar li Wezareta Rewşenbîrîya Hukmeta Herêma Kurdistanê.
Berhemên Hozana:
1 Min digot û te vedgêra.
2. Gaziyek ji cergê Asya.
3. Ragirtin.
4. Peyv û tablo diaxivin.
Pertûkên dî:
1. Leheng. Li ser nivîsîn û wergerandina çîrokên kurdên bakur. 1983
2. Osman Sebrî, helbestvan û şoreşger. 1983
3. Helbesta hevçerx ya kurdî. Bergê I 1992
4. Helbesta hevçerx ya kurdî. Bergê II, 1994
5. Helbesta hevçerx ya kurdî. Bergê III, 1995
6. Antolojiya çîroka nû ya kurmancên başûr, 1995
7. Mirov û welat di helbestên Refîq Sabirî de, 1996
Berhemên Wergerandî:
1. Mereqa li ser zirafê, 2000
2. Oryan : qertelê ji bilindahiyê ditirsiya, 2001
3. Doktorê hemû tistan dizane, 2003
Jibo gûhdarî kirina hevpeyvîna digel birêz Xelîl Duhokî, fiyîla dengî dagire û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.