Hikûmet û Parleman Bersiv Neda Xwenîşanderan

Fetah Xelîl

Mohleta xwenîşanderên bajarê Silêmanî daye hikûmet û parlemanê herêma Kurdistanê bo cêbicê kirina daxwazên wan bi dawîhat û hêşta ne parleman û ne hikûmetê çi bersiv nedane.

Di hevpeyvînekê de digel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka bizavkarê sîyasî Fetah Xelîl got, heta niha wesa diyar e partîyên desthelatdar divên ji giringîya xwenîşandan û daxwazên wan kêm bikin.Wî got jî, naverokê peyamê xwenîşanderan hêşta bi têgihiştineka babetyane nehatîye wergirtin ji alîyê karbidestên herêmê.

Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna digel Fetah Xelîl, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî li ser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.