Gruba çekdar ya Kurd Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), bêtirî 30 salan şerî dewleta Tirk dike, jibo mafên Kurdan. Di şer û pevçûnan de heta niha nêzîkî 40000 kes hatine kuştin.
Çavdêr dibêjin rêberên her du alîyan vê gavê gelek heweskar in ku vê keşeya heyî bi rêbazên aştîyane çareser bikin.
Hefteya borî, di gotara xwe ya vekirina parlemanê de, Serokomar Abdullah Gul bang li enamên parlamenê kir ku çarserîyeke bo pirsa Kurdî bibînin.
Tiştê ku divê em bikin, afirandina daxwazîyeke sîvîl e. Divê em ji şaşitîyên xwe yên berê nerevin û li şûna ku hebûn yan nebûna pirsa Kurdî gotûbêj bikin, divê em vê pirsê bi rêyên demokratîk çareser bikin.
Daxwaza aştîyê li Tirkîyê zêdetir bûye, piştî ku PKK li meha Tebaxê, ango meheke berî referanduma qanûna bingehîn agirbesta xwe ragihandibû.
Dewlet jî wekî bersîva wê yekê, nûnerên xwe bo hevdîtinan şandibûn ba rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ku di girtîgeheke de zindanî ye.
Li alîyeke din jî, endamên girîng yên hikûmetê ligel rêbertîya Kurdên Îraqê jî hevdîtinan kirîbûn.
Yek jî rêberên serekî yên tevgera Kurdî li Tirkîyê, Ahmet Turk dibêje, jibo aştîyê derfeteke behempa heye:
Heku tu hem li Kurdan hem jî li Tirkan bipirsî, dibêjin dem dema aştîyê ye. Eger çareserî nebe, dê pirtir jan û êş hebin. Jibo prosesa aştîyê, em hewceyî nexşerêke ne, da ku dîyar bikin çi reng pêngav dê bêne avêtin û çi awa sîyaset dê bête meşandin.
Sîyasetvanê derîn Ahmet Turk lêzêde dike û dibêje, daxwazên serekî yên tevgera Kurdî, otonomîya herêmî, pênasîna nasnameya Kurdî di qanûna bingehîn de û perwerdeya bi zimanê Kurdî li xwendingehan.
Lê, zanyarê sîyasî Cengîz Aktar ê ji Zanîngeha Bahçeşehîrê dibêje, her çiqas piranîya wan daxwazan ji berjevendîya hemî welat be jî, li alîyê pêşveçûna sîyasî ve ti gavên girîng nehatine avêtin.
Jibo rêvebirineke karîgertir, em pêdivîya sîstemeke ne-navendî ne, lê heta niha li ser vê yekê bi têra xwe gotûbêj nayê kirin. Gotûbêj ji alîyê Kurdan ve hate destpê kirin û hêvî dikim ku ev mijar bigeheje asta netewî li seranser Tirkîyê. Wekî hun dizanin, Kurdan li dijî raveya hemwelatîbûnê ango Tirkîtîyê û her wiha hebûna tenê yek zimanê fermî ango zimanê Tirkî re jî, dengên xwe yên dijber bilind dikin.
Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan hefteya çûyî dijberîya xwe ya hemberî perwerdeya bi Kurdî ragihandibû û her wiha dabû zanîn ku qanûna bingehîn ya nû jî, li paş hilbijartinan dê were rojêvê.
Yasemin Çongar a cîgira sernivîskarê rojnameya Taraf, peywendîya li navbêra qanûna bingehîn û hilbijartinan wiha eşkere dike:
Li nav hilbijêrên AKP’ê, neteweperestên Tirk hene ku bi hewilên demokratîk yên li herêma başûra rojhilat ya Kurdan nerazî ne. Lê, AKP her wiha ji Kurdan jî dengan werdigire û rêyeke zirav û tenik li ber wê heye. Ez bawer nakim ku berî hilbijartinan çareserîyeke giştî pêk were.
Halwesta tund ya Serokwezîr Erdogan, ji alîyê hîn kesan ve sedem tê nîşan dan ku PKK agirbesta xwe tenê jibo meheke ragihand, li şûna agirbesteke 8 mehî.
Lê, Ahmet Turk hişyarî dide û dibêje, domondina agirbestê her wiha bi bersîva artêşê jî girêdayî ye.
Eger operasyonên artêşê bidomin û agirbest bête piştguh kirin, zirar dê ne tenê li Kurdan be, lê her wiha li tavahîya Tirkan be.
Di çend hefteyên borî de xuya dibe ku artêşa Tirk operasyonên mezin li dijî serhildayan pêk nayîne.
Lê, şîker û analîst dibêjin, gefê tenê ji artêşê nayê. Hefteya çûyî 25 endamên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) hatibûn binçav kirin û bi hebûna peywendîyên ligel PKK’ê hatibûn tawanbar kirin. Tê gotin, nêzîkî 2000 endamên BDP’ê vê gavê di zindanan de girtî ne.
Rexnegir bawer dikin binçav kirinên wî rengî, berî hilbijartinan giştî berjewendîya Serwezîr Erogan û partîya wî, Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) xûrttir dike, jiber ku hêza BDP’ê kêmtir dike. BDP hevrika AKP’ê ya herî mezin e, li başûra rojhilata Tirkîyê ku piranîya wê Kurd in.
Dema çavdêr dibêjin, baştirîn derfet kestîye destê Tirkîyê ku pirsa Kurdî bi rêkên aştîyane çareser bike, li alîyê din jî tirs û xem hene ku hilbijartinên 2011’ê dikane hemî hêvîyên heyî hilweşîne.