Di hilbijartinên Tirkîyê yên 14’ê Gulanê de zêdetirî 64 mîlyon dengdar wê biçin ser sindoqên dengdanê.
Li Tirkîyê hejmarên Kurdan di vê hilbijartinê de bi awayekî fermî ne dîyar in. Lê li gor hin rêjeyên ne fermi, tê texmînkirin ku 25-30 mîlyon Kurd li Tirkîyê dijîn û di nav wan de jî nêzîkî 15 mîlyon dengdarên Kurd hene.
Ev daneyên ser Kurdan her çiqas bi awayekî zanistî neyên dîyarkirin jî, lê li gor lêkoler û pisporên sîyasî tê gotin ku dengê Kurdan di vê hilbijartinê de cîhekî stratejîk digire.
Ji ber vê jî, du Îtifaqên mezin; Îtifaqa Komarî û Îtifaqa Netewe hemû hesabên xwe li ser dengê Kurdan dikin. Ev herdu îtifaq jî dixwazin dengên Kurdan bistînin.
Tifaqên Tirkîyê û Partîyên Sîyasî di Hilbijartinan de
Îtafaqa Komarî ji Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP), Partîya Tevgera Netewperwer (MHP), Partîya Yekitîya Mezin (BBP), Partîya Geşdarîya Nû (Yeniden Refah), Partîya Çep ya Demokratîk (DSP) û Partîya Doza Azad (HUDA-PAR) pêk tê. Lê hin partîyên din yên biçûk jî piştgirîyê didin vê îtifaqê.
Di nav partîyên vê îtifaqê de navê ku li ser herî zêde gotûbêj tên çekirin HUDA-PAR e. Ev partî him bi rengê Îslamî û him jî bi rengê Kurdî derdikeve pêş.
Ji Mîtînga Mêza Şeşalî
Opozîsyona Tirkîyê HUDA-PAR’ê wek berdewamîya Hîzbûlah dibîne û di vî warî de wê rexne dike.
Lê desthilatî ti guh nade van rexneyên opozîsyonê. Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di mîtîngên xwe de bi serokê HUDA-PAR’ê Zekerya Yapicioglu re derdikeve pêşberî alîgirên xwe.
Pisporên sîyasî radigîhînin ku armanca Erdogan ew e ku di vê hilbijartinê de bi saya HUDA-PAR’ê dengê Kurdan jibo xwe rakêşe.
Serokê Lijneya Rawêjkarîya MAK’ê Mehmet Alî Kulat ji Dengê Amerîka re dibêje ku AKP wê di vê hilbijartinê de hemû alavan bikar bîne.
Partiya Doza Azad (HUDA-PAR)
“Heta niha Îtifaqa Komarî di hemû hilbijartinan de bi awayekî serkeftî bû. Lê aniha li hemberî wî Îtifaqa Netewe bi hêz tê. Ji ber vê jî AKP heta jê were ewê hemû hêza xwe bike sehneyê ku di vê hilbijartinê de serkeftî bibe,” wî got.
Di alîyê din de jî Îtifaqa Netewe ji 6 partîyan pêk tên. Berî hilbijartinê bi navên Mêza Şeşqolî dihatin nasîn; Partîya Gel ya Komarê (CHP), Partîya Baş, Partîya Dahatû, Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA), Partîya Demokrat (DP) û Partîya Saadetê.
Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) dil dikir ku bikeve nav vê îtifaqê, lê ji ber hin fikaran Mêza Şeşqolî xwe nêzîkî HDP’ê nekir, lê belê bi awayekî din jî têkilîyên xwe bi HDP’ê re qut nekir.
HDP jî ligel Partîya Karker ya Tirkîyê (TÎP), Partîya Ked (EMEP), Partîya Azadîya Civakî (TOB), Partîya Tevgera Kedkaran (EHP) û Federasyona Meclîsên Sosyalîst Îtifaqa Ked û Azadîyê damezirandîye. Ji ber doza girtinê, HDP’ê bi navê Partîya Çep ya Kesk di vê derê de cîh digire.
Rêveberê Navenda Lêkolîn û Ramanê ya Spectrum House’ê Azad Bariş di vê derbarê de behsa lêkolîneke xwe dike.
Tifaqa Ked Û Azadiyê
“Di lêkolîna me de jî Îtifaqa Ked û Azadîyê wek hêvîyeke mezin derdikeve pêş. Ev îtifaq li Tirkîyê rêya sêyemîn durist dike. Ji ber vê jî di encama dîyarkirinê de ev îtifaq roleke sereke digire,” Bariş ji Dengê Amerîka re dîyar kir.
Li Tirkîyê îtifaqa çeremîn jî Îtifaqa Ata ye. Ev îtifaq jî ji Partîya Serfirazîyê, Partîya Dadê, Partîya Welatê Min û Partîya Îtifaqa Tirkîyê pêk tê.
Îtifaqa Ata hemû stratejîya xwe li ser qewirandina penaberan durist kirîye û di nav xeteke netewperwerîya Tirkîyê de dimeşîne. Serokê Giştî yê Partîya Serfirazîyê Umît Ozdag jî di serê vê îtifaqê de cîh digire.
Ji bilî van çar îtifaqan di bin Yekîtîya Hêza Sosyalîst de jî Partîya Çep (SOL), Partîya Komunîst ya Tirkîyê (TKP), Tevgera Komunîst ya Tirkîyê (TKH) û Tevgera Şoreşê (DH) bihev re dikevin hilbijartinê.
Di hilbijartina 14’ê Gulanê de 4 endamên serokomarîyê wê pêşwazî bikin. Erdogan endamê Îtifaqa Komarî, Kemal Kiliçdaroglu endamê Îtifaqa Netewe, Sînan Ogan endamê Îtifaqa Ata û Serokê Giştî yê Partîya Memleket Muharem Înce bi navê partîya xwe bû endamê serokomarîyê.
Îtifaqa Ked û Azadîyê jibo piştgirî bidin Kemal Kiliçdaroglu di vê hilbijartinê de endamê serokomarîyê dîyar nekir.
Partîyên Kurd û Hilbijartina 14’ê Gulanê
Di sala 2018’an de gava Îtifqa Kurdistanî hate demezirandin tê de Partîya Azadîya Kurdistan (PAK), Partîya Sosyalîsta Kurdistan (PSK), Partîya Demokrata Kurdistan ya Tirkiyê (PDK-T), Partîya Demokrata Kurdistan ya Bakûr (PDK Bakûr), Hereketa Azadî cî girtibû. HAK-PAR û HUDA-PAR neketin nav vê îtifaqê.
Partiya Kes ya Çep
Di hilbijartina 31’ê Adarê 2019’an de HDP’ê bi hin partîyên Kurdistanî re; Partîya Komunîstên Kurdistan (KKP), Partîya Azadî û Mirov (PÎA), Hereketa Îslamî ya Kurdistan (AZADÎ), PDK-T, PDK-Bakûr, Platforma Demokratê Kurdistan (PDK), Komeleya Şoreşgerê Demokratîk ya Kurd (DDKD) bi navên Îtifaqa Kurdistanî îtifaq çîkir û kete hilbijartinê.
Bi hin veserên din Îtifaqa Kurdistanî di bin sîbana Îtifaqa Ked û Azadîyê de ewê beşdarî hilbijartinên 14 Gulanê bibin.
Di 14’ê Gulanê de HUDA-PAR di bin sîya Îtifaqa Komarî de, HAK-PAR jî bi tena serê xwe dikeve hilbijartinê.
Hêzên Kurdan di vê hilbijartinê de jî yekîtîyeke bi giştî di nav xwe de durist nekirin. Niha her yek li cihekî an jî nav îtifaqeke din de li hemberî hev wek xeteke opozîsyonê durist dikin.