Hilbijartinên Giştî li Tirkîyê û Kurd

U.S. soldiers line up for food during a Thanksgiving meal in Kabul, Afghanistan, November 22, 2012.

Mijara vê heftê ya bernameya “Hello Washington” ya rastexwe “Hilbijartinên Giştî li Tirkîyê û Kurd” bû.

Nûnerên 3 partîyên Kurdan: Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP), Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) û Partîya Demokrasîya Beştarvan (KADEP) di bernamê me de amade bûn.

Li ser navê BDP’ê parlamanterê bajarê Şirnêxê Hasîp Kaplan, li ser navê HAK-PAR’ê, Serokê Giştî Bayram Bozyel û li ser navê KADEP’ê jî Sekreterê Giştî Nîzamettîn Maskan tev li bernameyê bûn.

Bernamê ji alîyê hevkar Robîn Reşvan ve hate rêve birin û nivîskar Edîb Polat ji Dîyarbekirê, rojnamevan Kenan Kirkaya ji Enqerê, rojnamevan Selam Balayî ji Duhokê, rojnamevan Latîf Nerweyî ji Silêmanîyê, nivîskar Omer Ozmen ji Dîyarbekirê û her wiha rojnamevan Salih Turan ji Stenbolê bil telefonê û çend guhdarên Dengê Amerîka jî bi e-maîlê beştarî li bernamê kirin.

Jibo guhdarî kirina vê bernamê taybet, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn klîk bikin.