Hillary Clinton: Beşar Esed dê Hesaba Kiryarên Xwe Bide

Hillary Clinton: Beşar Esed dê Hesaba Kiryarên Xwe Bide

Jimareke welatên Rojavayî û yên Ereb, bi hewla sekinandina tundîya heyî li Sûrîyê, îro Înê li Tûnisê dicivin.

Wezîra Derve ya Amerîkayê Hillary Clinton di konferansê de got, Serokê Sûrî Beşar Esed dê rûbirûyê encamên neyênî be, jibo ku wî zêdegavî li mafên gelê Sûrîyê kirine.

Xanim Clinton her wiha dîyar kir Esed banga navnetewî ya rawestandina tepeserkirina ser xwenîşanderên dijberî xwe piştguh kir.

Nûnerên ji pirtir 70 dewlet û rêxistinên navnetewî ku nav wan de Wezîra Derve ya Amerîkayê Hillary Clinton jî heye, li paytaxta Tûnisê kom bûn ku daxwaz ji karbidestên Sûrî bikin ku demûdest tundîyê rawestînin û rê bidin sazîyên navnetewî ku alîkarîya pêdivî bigehînin deverên hewcedar ku din êrîşa hikûmetê de ne.

Rêvebirê Giştî yê Civata Niştimanî ya Sûrî Haytem El Malih got, ew bawer dike ku konferans alîkarîya gelê Sûrî bike ku şoreşa xwe pêşve bibe.