Hizirvan: Helbest Min Tena Diket

Hizirvan: Helbest Min Tena Diket

Helbestvanê Kurd Hizirvan gote bernama Ferheng û Torê Kurdî li Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, helbesta bi şêweyê kevin bêt dariştin helbestek mirî ye. Eger helbesta serdemî nehêt gûhertin dê ya ji serdema xwe biyanî bit. Hizirvan got jî, helbest min tena diket û dema ez helbestê dinivîsînim ez xwe li babetên tabo didem, helbestvana newêraye xwe lê bidin. Hizirvan ê helbestvan gazinde ji xwendevanê Kurd kir û got bi giştî xwendevanê Kurd ne rewşenbîre û tembele li benda berhemê sadeye.

ibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel helbestvanê Kurd Hizirvan, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.