Di hevpeyvîneke taybet ya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de hunermend Cîhan Çelîk qala rewşa muzîka
Kurdî li Tirkîye dike.
Birêz Çelîk dibêje, li gorî 5-6 salên berê hinek serbestî heye lê hunermendên nêzîkî partîya Dad û Pêşvebirinê ji vê rehetî û serbestî sûde werdigirin. Hunermendên nêzîkî BDP hîn jî rastî girtin û zordarîyan tên û li hember wan doz têne vekirin.
Cîhan Çelîk ku bi xwe jî herêma Qoçgîrî ye, agahdarîyên girîng li ser kilam, stran û zargotina vê herêmê dide.
Guhdarên delal, eger bixwazin guh bidine vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka jorîn kilîk bikin.