Bernameya Taybet ya Dengê Amerîkayê Ser Banga Abdullah Ocalan

Di bernameyeke taybet ya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, banga rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya sekinandina şer û vekêşana hêzên çekdar yên PKK’ê û Pêvajoya Îmralîyê hate gotûbêj kirin.

Di bernameya Hello Washington’a zindî de ku ji alîyê rojnamevan Robîn Reşvan ve hate rêve birin, parlamanterê Partîya Aştî û Demorasîyê (BDP) yê bajarê Bêtlîsê Husamettîn Zenderlîoglu û nivîskar û sîyasetvan Fuad Onen nêrînên xwe ligel guhdaran parve kirin.

Di bernameyê de Dr. Kurmanc Gundî yê mamosteyê Zanîngeha Tenesse li bernamê bû têbînîyên xwe bi beşdarên bernamê û guhdaran re parve kir.

Rojnamevan Necîp Çapraz reaksîyona gelê Colemêrg û Geverê ya jibo banga Ocalan nirxand û bal kişand piştgirîya xurt ya nêrînên rêberê PKK’ê.

Rojnamevan Barzan Îso jî bandora peyamên Ocalan yên ser Kurdên Sûrîyê şîrove kir û dîyar kir ku pêşketinên li Bakur diqewimin bandorên rastexwe li ser Rojava dikin.

Di bernameyê de daxuyanîyên Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan (HAKPAR) Kemal Burkay û şîroveyên Serokê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Salih Mislim yên li ser pêşnîyarên Abdullah Ocalan jî hatin weşandin.