Îdrîs Baluken: AKP bi Şer û Kaosê Dixwaze Hilbijartinê Betal Bike

Îdrîs Baluken û berbijarên HDPê

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) dest bi kampeyan hilbijartinê kir, lê ev car kempeyna bê mîting û bê muzik wê bidome.

Berdevkê Gruba HDP'ê ÎdrÎs Baluken tevî parlamenter û nazmedên Amedê, pres konferansek dar xist û derbarê reşwa herêmê û hilbijartinê de nîrxandinan kir.

Baluken dîyar kir rewşa kaosê û şerê li herêmê serdest e, deng û dîmenên li Amedê xuya dibe, nîşaneya tevahîya herêmê ye.

"Niha li Amedê renge şer heye di bin ablukaya polîs û leşkeran de ye. AKP dest dirêjîya nîrxên gelê Kurd dike û dixwaze Kurdan derxe kolanan. Bi vî awayî jî armanc dike ku bi kaos û şerê hilbijartinê betal bike."

Parlamenterê Kurd got di hilbijartina 7’ê Heziranê de AKP îdia dikir ku HDP bi darê zorê bi çekan deng ji gel digire.

“Lê, ev roj ew bi çekan bi kuştinan dixwazin gel çavtirsandî bikin û dengê xwe zêde bikin. Bi vî awayî hilbijartineke demokratîk wê çênebe."

Baluken destnîşan kir agahî di destê dewletê de heye ku DAIŞ dixwaze li ser serok û parlamanterên HDP’ê êrîşan pêk bîne.

"Erdogan û nûnerên hikûmetê hevserokê me dikin hedef. Ev yek jî dibe bingeh jibo êrîşan. Rêvebirên partîya me, endamên me, avahîyên me jî dibin armanca êrîşan."

Wî xwest ku divê AKP dest ji vî zimanê ku tovê neyartîyê berde û zimanê aşitîyê û biratîyê bikar bîne.

Baluken li ser hatina seroka Almanya Angela Merkel jî axifî û got hatina wê li ser bazareke qirêt ya li ser awareyan e û ev hatin xizmetê Erdoganê dike jiber ku di zorê de mabû."

Baliken, derheqê êrîş û gefên li ser serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî jî got ku piranîya gelê wan wek Elçî difikire.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_10_19_15