Digel vekêşana Leşkerê Amerîkî ji Îraqê, sengîya mana Amerîka li Îraqê dikefte ser karên dîplomasî û sivîl û rahênana hêzên parastina Îraqê. Di hevpeyvînekê de ligel Dexîl ê Şemo ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, Ekrem Mayî, bizavkarê civaka sivîl li Dihokê dibêjit, renge vekêşana hêzên Amerîkî bibe egera hindê rêbrên sîyasî yên Îraqê lezê li pêkînana hikûmeta nû ya Îraqê biken.