Medyaya Dewletê Dibêje Pişikdarîya Hilbijartinên Îranê Zêde ye

Medyaya dewletî ya Îranê îdîa dike ku pişikdarîyeke mezin di hilbijartinên parlemanê de heye û îhtîmaleke xûrt e ku Rêberê Mezin Ayetollah Alî Xameneyî li hember hevrikê xwe Serok Mahmud Ahmedînejad destve bîne.

Ajansa Fars ya nîvfermî radigihîne ku wezareta navxweyî ya Îranê, navendên dengdanê jibo du demjimêrên din vekiri dihêle, jiber ku gelek kes di dorê de ne ku dengên xwe kar bînin.

Li Îranê 48 mîlyon û 288 hilbijêrên tomarkirî hene û 3 hezar û 467 berbijar jibo 290 kûrsîyên parlemanê pişikdarî li hilbijartinan dikin.

Partîya opozîsyona serekî ya Îranê û grubên reformxwaz ev hilbijartin boykot kir ku hilbijartina yekê ye ji hilbijartina serotîyê ya sala 2009’an vir ve.

Kerem kin bi lînka jorîn guhdarîya vê raportê taybet ya ser hilbijartinên Îranê bikin ku hevkarên me Kawa Kurmanc û Ahmed Barzanî pêşkêş dikin.

Her wiha, kerem kin bi foto-galerîya jêrîn li çend fotoyên nû yên ji hilbijartinên Îranê binêrin: