Rojnamevan Îso Bûyerên li Herêma Çîyayê Kurmênc Dinirxîne

Bajarê Efrînê

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de rojnamevan Barzan Îso li ser rewşa Sûrîyê agahîyan dide û şer û pevçûnên li Herêma Çîyayê Kurmênc şîrove dike.

Birêz Îso dibêje, çend komên çekdar bi hevkarîya hin Kurdan êrîş dibin ser gundên Kurdan û kesên sîvîl direwînin û dîl digirin.

Îso dîyar dike ku hêzên Kurd li hember wan êrîşvanan berxwedaneke xurt dikin û rê li ber wan digirin.

Rojnamevan Îso helwesta hin Kurdan jî rexne dike ku bi hêzên bîyanî re hevkarî dikin û di rewşa xirab ya heyî de roleke neyênî dilîzin.

Kerem kin, bi lînka jêrîn guhdarîya hevpeyvîna ligel rojnamevan Îso bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn_Barzan_Îso