Îsraîl Dibêje Kêşeya ligel Tirkîyê wê Derbaz Be

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Ehud Barak

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Ehud Barak dibêje, Tirkîye û Îsraîl de nebin dijminê hevdu û kêşeya êrîşa dijî keştîya Tirk ya sala çûyî jî bi dawî were.

Şîroveyên birêz Barak yên îro Pêncşemê, li vê demê tê ku Tirkîyê ragihandibû ku ew bazirganîya leşkerî û hevkarîya ligel Îsraîlê dicemidîne û çavdêrîya deryayî li rojhilata Derya Sipî zêdetir dike.

Tirkîyê hefteya çûyî balyozê Îsraîlê yê li Enqereyê qewitandibû, piştî ku Îsraîlê red kirîbû ku lêborîna xwe raberî Tirkîyê bike.

Her li ser haman babetê, hevkarê me Robîn Reşvan bi rojnamevanê Kurd Eyyup Demîr re hevpeyvînek kirîye.

Rojnamevan Eyyup Demîr

Birêz Demîr di vê bawerîyê de ye ku her du welat hewceyî hev in û divê peywendîyên xwe careke din bînin asta normal.

Xwendevanên hêja, hun dikanin bi lînka “Guhdarî kirin”a jorîn guh bidine vê hevpeyvînê.