Celal Mustefa: Nivîsîna Kurte Çîrokê Edeb û Huner

Celal Mustefa: Nivîsîna Kurte Çîrokê Edeb û Huner

Çîroknivîs Celal Mustefa dibêjit, nivîsîna kurte çîrokê ne bes têkistê wêjeîye belku karekê hunerîye çinku mifa ji corên dî yên hunerî wergirtîye û di nivîsîna wê de hostekarî têde tên bi karînan. Celal Mustefa gote bernama Ferheng û Torê Kurdî, di edebê Kurdî de herdem me kêşa zarava heye, em dibêjin her vegêranekê çîrok, belê di zimanên dî de jibo her rengekî wê navek heye.

Çîroknivîs Celal Mustefa dibêjit ne bes xwendevan kêmin, lê di astê nebûnê deye jî. Wî got, ji rûwê darayî ve nivîsevan her dem zerermende û gelek cara qurbanîyê bi nanê zarokên xwe didet heta berhemekî çap biket. Heta niha Jalal Mustefa sê komelên kurte çîrokan weşandine.

Jibo gûhdarî kirina hevpeyvîna digel birêz Çîroknivîs Celal Mustefa, lînka ‘Guhdarî kirin’ li alîyê rastê vê rûpelê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.