Jêknegirtina Sivîl û Leşker li Tûrkîya kêm dibe

Jêknegirtina Sivîl û Leşker li Tûrkîya kêm dibe

Hûkmet û leşkerê Tûrkiya gîhiştin rêkeftinekê bo destnîşan kirina dû mezne efsêran jibo dû postên bilind. Şareza dibêjin ev pengav jêknegirtina desthelata sivîl û leşker di welatî de kêm dike.

Di hevpeyvînekê de Dexîl ê Şemo ji Pişka Kûrdî ya Dengê Amerîka, Bayram Bozyel, Serokê Partîya Maf û Azadîya HAKPAR dibêje, leşker digel hûkmetê rêkkeft çinkû li van salên dûmahîya leşker nav û dengê xwe ji dest daye û niha neçare bikeve jêr desthelata sivîl.