Kongreya Civaka Demokratîk Banga Boykota Dibistanan li Tirkîyê Dike

Kurd perwerdeya bi zimanê xwe yê dayikê xwe dixwazin

Li Tirkîyê dibistan roja Duşemê vebûn, lê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jibo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bang kir ku Kurd zarokê jibo hefteyek neşînin dibistanê.

KCD par jî bi heman armancê bangewazîyek kir û gelek malbat zarokan neşanidibûn dibistanê.

Li gorî vê bizavê wê hefteyek ne mamoste harin dibstanê ne jî malbat wê zaroka bişînin.

Gelek rêxistinên sîvîl piştgirîya xwe jibo vê bizavê raginadin.

Endamê KCD’ê İrfan Baboglu û Hevserokê Sendikaya Perwerdê (Egitim-Sen) Yildirim Aslan, li ser armanca çalakîyê, ji Dengê Amerika re axivîn.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser raporta dengî guhdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_9_29_15_KCD_Boykot