Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, serokê Projeya Mafê Mirovan ya Kurdî (KHRP) Kerîm Yildiz raporta Lêxweşbûna Nevnetewî ango Amnesty International ya derbarê Tirkîyê dinirxîne. Raporta îsal ya mafê mirovan qala gelek îhlalan li Tirkîye dike û rexne li hikûmet digire.
Serokê KHRP Yildiz dibêje, rewşa mafê mirovan li Tirkîye giredayî pirsa Kurdî ye û heta ev pirs çareser nebe, rewşa mafê mirovan jî baştir nabe. Hikûmet li alîyekî dibêje, mafê Kurdan didim û rê li ber qedexe kirinan vedikim, li alîyê din jî êşkence, girtin, ceza kirina rewşenbîr û rojnamevanan didomin.
Kerîm Yildiz her wiha dibêje, hêvîya wî ev e ku, hikûmeta Tirkîye girîngê bide vê raportê û pêşnîyarên wê bicîh bîne.
Guhdarên hêja, jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê kerema xwe li lînka jorîn kilîk bikin.