Piştî şerên dijwar li Kobanê, ku nêzîkî meheke dom kiribûn, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAIŞ) têkçûneke mezin xwar.
Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de rojnamevan Kardox Tîgrîs li ser jîyana li Kobanê agahîyan dide û rewşa heyî dinirxîne.
Kardox dibêje, bi şerê serketî yê YPG û berxwedana gelê Kobanê êrîşên DAIŞ hatin şikandin û jîyan niha bi aramî didome.
"Moralê gel rind e û herkes di karê xwe de ye. Tevî ku ambargo zîyaneke xirab li ser jîyana rojane dike jî, rewş aram e."