Kurdên Tirkîyê jibo Kobanê li Kolan in

Kurdên Dîyarbakirê jibo Kobanê li kolanan in

Jibo êrîşên DAÎŞê yên li ser Kobanê protesto bikin, du roj in li bajar û navçeyên herêmê herwiha li gelek bajarên Tirkîyê xwepêşandan çêbûn û alozî derketin.

Di encama protestoyan de li bajarê Kurdan pirtir jî 10 kes hatin kuştin, bi dehan kes birîndar bûn û bi dehan kesên din jî hatin binçavkirin.

Hêjayî gotinê ye, Partîya Demokratîk ya Gelan(HDP) jibo êrîşên DAÎŞê yên Kobanê û helwesta Tirkîyê ya derbarê DAÎŞê de şermezar bikin, roja Duşemê banga daketina meydanan li Kurdan kir.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_10_8_14