Konferansa Salanê ya Tirkîyê ya Enstîtuya Rojhilata Navîn (Middle East Institute) 23’ê Hezîranê, roja Pêncşemê li Washington hate kirin. Konfersansa îsal ku ya duyê ye bi tevlîbûna gelek mevanan pêk hat.
Konferans bi axaftina vekirinê ya Seroka Enstîtuya Rojhilata Navîn Wendy Chamberlin destpê kir. Dû re Rêvebira Navenda Lêkolînên Tirkî Gonul Tol xêrhatina peyîvdar û mevanan kir.
Alîkarê Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkî jibo Karên Ewlekarîya Navnetewî, Balyoz Aleksander Vershbow mafê axaftinê wergirt. Birêz Vershbow di axaftinê xwe de bal kişand ser girîngîya têkîlîyên Amerîka û Tirkîyê û dîyar kir ku peywendîyên her du alî vê gavê di asteke pir bilind da ye. Balyoz Vershbow pesna rola Tirkîyê ya li Îraq û Afganîstan da û peywendîyên Enqerê ya ligel Herêma Kurdistana Îraqê girîng nirxand.
Di axaftina xwe de Aleksander Vershbow her wiha got, di navbêra Washington û Enqereyê de hinêk dijwarî û kêşe jî hene ku têkîlîyên xirab yên Tirkîyê bi Îsraîlê re û nêzîkbûna Enqerê ya ligel Tehranê û giwaştin û dijwarîyên li ser rojnamevanan hinêk ji wan probleman in.
Piştî Aleksander Vershbow, balyozê Tirkîyê yê li Washingtonê Namik Tan dest bi axaftina xwe kir. Balyoz Tan pirtir li ser sîyaseta derve ya Tirkîyê sekinî û qala rola Tirkîyê ya li Lîbya û Sûrîyê kir. Tan got, Tirkîye dilxweş e ku li welatên Ereb daxwazên demokrasî û reform pêş dikevin.
Namik Tan derbarê serhildan û xwepêşandanên Sûrîyê jî got, “em naxwazin li Sûrîyê xûn were rijandin û hêz li hember xwenîşanderan sîvîl were kar anîn. Em piştgirî li demokrasî û reforman dikin.”
Rûniştina berî nîvroya konferansê, bi panela “Di Serdema Nû de Peywendîyên Amerîka û Tirkîyê” dawî bû. Di vê panela bi moderatorîya Dr. Stephen F. Szabo de, Prof. Dr Mustafa Aydin, Serokê Zanîngeha Kadîr Has, Brian Katulis û Jay Solomoin axifîn û behsa peywendîyên her du alîyan kirin.
Di pişka dawî ya rûniştina sibê de, Şîretvanê Serekî yê Serokwezîrê Tirkîyê, Dr. Îbrahîm Kalin gotara xwe pêşkêş kir. Kalin bal kişand ku di dîroka Komara Tirkîyê de cara yekê ye ku partîyeke sîyasî cara pêşîn e ku bo cara sisêyan, bi zêdekirina dengên xwe li ser desthilatê dimîne.
Kalin di axaftina xwe de qala rêvekirina pirsa Kurdî jî kir û got, hikûmeta Tirkîyê li gorî sê qonaxan cihê pêngavên girîng di pirsa Kurdî avêtine. Kalin dîyar kir, ew sê qonax jî demokratîkbûn, piştgirîya aborî jibo bajarên Kurdan û bêçekirina PKKê ye û hikûmetê ji Kurdan re gelek mafên girîng dane, taybetî ji mafên zimanî û çandî.
Şîretvanê Serekî yê Serokwezîrê Tirkîyê, Dr. Îbrahîm Kalin her wiha got, Tirkîye gelek hewilan dide ku bibe endama Yekîtîya Ewrupa lê rêbertîyeke xûrt li Ewupayê tune ye ku bizavên hêja yên Enqereyê bibîne.
Beşa piştî nîvro ya konferansê bi panela bi navê “Piştî Hilbijartinan Sîyaseta Navxweyî” destpê bû. Di vê panelê de rojnamevan Bariş Ornarli yê Dengê Amerîkayê moderator kir û Dr. Henri Barkey, Prof. Dr. Dogu Ergîl, Carol Migdalovitz û Dr. Murat Somer peyîvîn.
Pisporê Amerîkî yê pirsa Kurdî Dr. Henri Barkey dîyar kir, Kurdan di vê hilbijartinê de serkeftineke girîng dest xistîye. Barkey got, pirsa Kurdî li Tirkîyê geheştiye asteke nû û çaverê ye li vê parlemana nû pêngavên girîng werine avêtin. Di axaftina xwe de Barkey biryara Sazîya Bilind ya Hilbijartinê (YSK) rexne kir û got, biryara YSK’ê gelek çewt e ku sîyasetvanekî bi dengê gel hilbijartî bi vî awayî ji mafê xwe were bêpar kirin.
Paş Barkey, Prof. Dr. Dogu Ergîl ku li Tirkîyê bi lêkolîn û nivîsên xwe yên li ser pirsa Kurdî tê nasîn, dest bi axaftina xwe kir. Birêz Ergîl got, piştî vê hilbijartinê Kurd êdî bûne aktoreke xûrttir û BDP’ê kursîyên xwe yên parlamenê zêde kirin.
Prof. Ergîl ji qala vetokirina parlamenterîya Hatîp Dîcle kir û got, “Meriv zehmetî dikşîne ku vê biryarê fem bike. Eger te berbijarîya wî qebûl kirîye, çawa niha biryareke wiha didî?” Li ser vekêşana BDP’ê ya ji parlemanê. Birêz Ergîl got, “Divê hikûmet vê çewtîyê serast bike. Eger CHP jî jiber 2 parlamenterên xwe yên girtî bêje, em jî ji parlemanê vedikêşin, hinge wê çawa be?”
Pispora Tirkîyê xanim Carol Migdalovitz jî bale kişand ser serkeftinên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û guherînên erênî yên li Tirkîyê.
Dr. Murat Somer jî bahsa rêvekirina pirsa Kurdî ya hikûmetê kir û got, tevî ku ew proses baş destpê kirîbe jî, piştî demeke kin xetimîye û hêvî û bendewarîyên girseyên berfireh pûç bûne. Somer got, di vê parlemana nû de divê hikûmet vê pêvajoyê jinûve bivejîne çimkî di destê we de hêzeke mezin ya gel jî heye.
Hêjayî gotinê ye mevan û beştarên konferansa îsal ji ya sala berê gelek zêdetir bûn, taybetî jî Amerîkî alaqayeke berbiçav li vê konferansê amade bûn. Kurdên ku li konferansê hazir bibûn nerazîbûna xwe dîyar kirin ku lêkolînêr û sîyasetvanên Kurd ji konferansê re nehatine vexwandin ku nêrîn û têbînîyên Kurdan ji mevanan re ragihînin.