Konvoya Kampêna AKP ê bû Armanca Êrişeka Çekdarî

Konvoya Kampêna AKP ê bû Armanca Êrişeka Çekdarî

Roja çarşemê berê êvarê Otubêsa hilbijartinê ya AKP’ê û otomobîla polîsên ku ewlehîya konvoya serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan digirtin, li ser rêya Kartamonu-Enqereyê bû hedefa êrişeka çekdarî . Hat ragihandin ku di êrîşê da otomobîleka polîsan şewitî û polîsek hat kuştin.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî roja çarşemê, ji bo propagandaya hilbijartinê bike çû Kastamonûyê ê li qada Nasrûulahê ji girseyê re axivî. Piştî mitîngê Serokwezîr bi helîkopterê derbasî Amasyayê bû. Otobêsa AKP’ê ya ku di miting û hilbijartinan de tê bikaranîn û heyeteka ku ji endamên AKP’ê pêk hat, ber bi Enqereyê ve bi rê ket. Li gor agahîyan konvoya AKP’ê, di derdora saet 17:05’da li ser rêya ku di ber çîyayê İlgazê da derbas dibe, bi rastê êrîşên çek û bombeyê hatin. Di êrîşê da polêsê bi navê Recep Şahîn (30) hat kuştin û yek jî birîndar ketîye.

Piştî ku ji Gerînedeya Ewlehîya Kastamonûyê polês bi hewara konvoya AKP hatin, êrîş dewam kir lê tu êrîşkar bi dest neketin. Li herêmê ji alîyê polês û cendermeyan ve operasyoneka berfireh hatiye destpêkirin.

Piştî buyerê serokwezîr Erdogan li Amasyayê di derbarê êrîşê da destnîşan kir ew hêzên ku ji hilbijartinê ne bi hêvî ne dixwazin bi van êrîşan biser bikevin. Serokwezîrê Tirkîyeyê weha dewam kir “kes nikare emrê ku xwedê daye me kin yan jî dirêj bike, xizmeta gel xizmeta xwedê, emê rê nedin ku tu kes dikaribe welatê me perçe bike.”

Recep Tayîp Erdogan dîyar kir ku ji bo 74 milyon gelê Tirkîyeyê bi hev nekeve çi ji destê wan tê dikin lê kesên ku bi vî awayî bawer nakin jî derdikevin. Serokwezîrê Tirkîyeyê got “ bi hesûdî û neyartîyê kes nagê tu cîhî. Li ser vî axî bilî sindoqên hilbijartinê bila tu kes li ser rê û rêbazên dinê negerin. Gelê me dê rê nede teror û eşkîyayan.”

Êrîşa kul i ser konvoya AKP pêk hat ji alîyê serokkomar Abdullah Gul û serokên partîyên opozîsyonê ve jî hat şermezarkirin.

Jibo guhdarî kirina raportê, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.