Desthilata Tirkiyê Opozîsyonê Bi Pirsgirêka Kurd Tawanbar Dike

Wêneyên Hevserokê berê yê (HDP) Selahattin Demirtas yê di zîndanên Tirkiyê de girtî.

Pirsgirêka Kurd di nav desthilat û opozîsyona Tirkiyê de bû sedama gengeşîyan.

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu di rojên borî de ragihandibû ku ewê pirsgirêka Kurd li Meclîsê bi HDP’ê re çereser bikin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser vê gotînê angaşt kiribû ku pirsgirêka Kurd tune ye û ewan ev mesele çareser kirîyê.

Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî jî duh di grûpa meclîsê de di duberîna axiftina Erdogan de angaşt kir ku pirsgirêka Kurd tuneye. Bahçelî yekser Kiliçdaroglu tewanbar kir û wiha got "Pirsgirêka Kurd nîne, yên ku birayê me Kurdan pirsgirêk dibinin CHP ye, Partîya Baş e, HDP ye. Li vê derê HDP meşrû dîtin wê Kiliçdaroglu bike vagonên trênê yên dabeşker û terorê. Meclîsa xazî pêkan nîne ku bibe çavkanîya dabeşbûnê."

Serokê Giştî yê Partîya DEVA’yê Alî Babacan ev daxûyanîyên Dewlet Bahçelî rexne kir. Babacan jibo Bahçelî pêşnîyareke anî û got bila here li kolanê Şemdînanê bigere wê bibîne. Di vî warî de Babacan gotina xwe wiha domand, "Birêz Bahçelî heke dixwaze ev pirsgirêk heye an tuneye bila here kolanên Şemzînan bigere. Bila here qehwexaneyên Cizirê û bi cîwanan re sohbet bike. Ew wê gavê dikare bibîne. Lê li Enqerê di cîyê rûniştî de wateya gengeşiyên ser vê pirsgirêkê tuneye."

Di rojên çûyî de Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan ragihandibû ku ser hebûn û tunebûna pirsgirêka Kurd li grûpa HDP’ê wê bersîv bidin. Duh Hevserokê HDP’ê Mithat Sancar di grûpê de axift û ev bersîva da.

“Desthilatîya heyî pirsgirêkên ku hene ewan tune dihesibîne ku berpirsîyarîya xwe veşêre. Heke pirsgirêka Kurd tuneye gelo çima li herêma Kurdan panzêr zarokan dipelişînin. Heke pirsgirêka Kurd tuneye çima li ser nûnerên Kurdan ewqas zor û zextê dikin. Duh digotin Kurd tunene, lê paşê gotin Kurd hene. İro jî dibêjin pirsgireka Kurd tuneye, lê ewê evê jî qebûl bikin.”

Wek hebûn û tunebûna pirsgirêka Kurd gengeşîyek jî, di nav desthilat û opozîsyonê de li ser HDP’ê tê meşandin. Desthilat dixwaze bi tevahî HDP’ê ne meşrû bide nasîn, lê opozîsyon jî HDP’ê di nav meclîsê de wek partîyeke meşrû pênase dike.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Enqerê 06 10 2021