Paertîyên Kurdan li Tirkîya navên namzedên xwe jibo helbijartinên 12 meha Hizîranê eşkere kirin. Hinek jiwana sîysetvanên navdarin û cend jiwana di zîndana dene. Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka Alta Tan, namzedekê Amedê got, namzedên Kurdan ji alîyên cûdacûda ne û wê serbixwe beşdarî helbijartina bibin. Wî got jî kempêna wan wê azadî û demokrasî ji Tirkîya re be û xweserîya demokratîk ji Kurda re.
Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Alta Tan, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.