Kurdên Washingtonê Serkeftina Hilbijartinê Pîroz Kir

Kurdên Washingtonê Serkeftina Hilbijartinê Pîroz Kir

Kurdên ku li Washingtonê dijîn do Yekşemê kom bûn û serkeftina Kurdan ya hilbijartinê pîroz kirin.

Pîrozbahî ji alîyê Komela Kurdî ya Devera Washingtona Mezin (Greater Washington Kurdish Association) hate amade kirin û Kurdên ku li paytaxt Washington û li eyaleta Virginia û Maryland’ê dijîn beştarî li wê pîrozbahîyê kir.

Serokê Komela Kurdî ya Devera Washingtona Mezin Silêman Botanî, di hevpeyvîna Dengê Amerîka de qala pîrozbahîyê dike.

Botanî dibêje, serkeftina BDP’ê em pir kêfxweş kirin loma me jî xwest Kurdên li devera Washingtonê bihegîhînin hev û vê serkeftina dîrokî pîroz bikin.

Kerem kin bi lînka "Guhdarî Kirin" a jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.