Karkerên Demsalî yên Kurd li Enqerê Bin Şertên Dijwar Dixebitin

Your browser doesn’t support HTML5

Bi hezaran karkerên Kurd her sal diçin rojavayê Tirkîyê ku di karên demsalî de bixebitin

Bi hezaran karkerên Kurd ji Amed, Mêrdîn, Riha, Dîlok, Semsûr û gelek bajarên Kurdan her sal tên Deşta Anatolîya Navîn ya Tirkîyê ku karên demsalî yên wek çandina pîvaz, silq, pincar dikin.

Yek ji wan karkeran Cemîl Karabey e ku behsa dijwarî û bêderfetîyan dike.