Kuştina Qezafî û Bandora Wê li ser Serhildana Sûrî

Nûçeya kuştina Qezafî di rojnameyeke Çînî da ye

Bi kuştina rêberê berê yê Lîbyayê Muamer Qezafî serdemeke zordar û sîtemkar bi dawî hat. Lîbyayî bi hêvîyên geştir li paşerojên xwe dinêrin û daxwaza welatekî demokrat û aştîyanê dikin.

Kuştina Qezafî li Sûrîyê jî bû cîyê şabûneke mezin û gelê Sûrî jî hêvîdar e ku dawîya dîktatorê Sûrî Beşar Esed jî mîna Qezafî be.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskar Salih Cefer kuştina Muamer Qezafî dinirxîne û bandorên wê yên pêkan li ser Sûrîyê şîrove dike.

Birêz Cefer dibêje, kuştina Qezafî ji gelê Sûrîyê re bû moraleke mezin û ew jî geşbîntir in ku paşeroja Beşar Esed jî wekî Qezafî be.

Heku bixwazin guh bidine vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka ‘Guhdarî kirin’a jorîn klîk bikin.