Li Nexweşxaneya Bajarê Konyayê Dr. Ekrem Karakaya bi êrîşeke çekdarî hate kuştin. Li Stenbolê jî parêzer Servet Bakirtaş û xwesipêrê wî Oznûr Tufan jî di heman rojê de bi êrîşeke çekdarî hatin kuştin.
Li bajarê Enqere, Stenbol, Mêrdîn, Wan, Edene û Qeyserî li dijî wan kuştinan çalakî hatin çêkirin û li tevahîya Tirkîyê jî bertek hatin dayîn.
Li ser kuştina Dr. Ekrem Karakaya rêxistinên saxlemîyê di navbera 7-8 Tîrmehê de, bi navê “Em Jibo Jîyanê li Ser Karin” biryara rêzeçalakîyan da.
Enqere di serî de li gelek bajarên Tirkîyê, Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES), Yekîtîya Doktorên Tirkîyê (TTB) û rêxistinên demokratîk di 7’ê Tîrmehê roja Pêncşemê bi çalakîyekê bertêk nîşan dan.
Li Enqerê di nav hewşa Nexweşxaneye Hacettepeyê de endam û rêvebirên TTB û SES’ê çalakîyeke hevbeş çêkirin û hember wan kuştinan desthilata sîyasî tawanbar kirin.
“Em xemgîn in, em bi hêrs in! Emê ji kesên berpirs hesab bipirsin! 6’ê Tîrmehê 2022’yan de li Nexweşxaneya Bajarê Konyayê ji alîyê xizmê nexweşeke ve Dr. Erkem Karaya bi êrîşeke çekdarî hate kuştin. Em wek rêxistinên saxlemîyê li hember van tundîyan û kuştinan li vê derê desthilatîyê hişyar dikin. Wek xebatkarên saxlemîyê jîyana me qet ne di nav ewlekarîyê de ye.”
Dr. Ekrem Karakaya li bajarokê Develî ya Qeyserî hate bin ax kirin. Wezîrê Saxlemîyê Fahretîn Koca jî di vê merasîmê de got ku xebatkarên tendirustîyê ne bi tenê ne.
Serokê Tirkîyê Recap Tayyîp Erdogan jî ji malbata Karakaya re sersaxî xwest.
Li tevahîya Tirkîyê çalakîyek jî jibo kuştina parêzvan Servet Bakirtaş hate encamdan. Li Enqere, Stenbol, Mêrdîn, Wan, Edene, Amed û li hin cîyên din kuştina Bakirtaş hate şermezar kirin.
Your browser doesn’t support HTML5
ED_08_07_2022_Doktor_Parêzvan_Çalakî