Leşkerê Sûrî Hêriş kire ser Mizgefta Omerî

Leşkerê Sûrî Hêriş kire ser Mizgefta Omerî

Ajansên payaman ji zarê şahidan li Sûrîye vedgêrin û radigehînin kû serbazan hêrîş kire ser mizgefta Omerî ya mezina bajarê Deraa bûye bingehê nerazî bûnên dijî hikumetê.

Demekî zû roja Şemîyê bi dehan maşînên leşkerî, tank û helîkopteran hêrîş kire ser rendeka mizgeft lê, û şahidan got çend kes hatin kûştin.

Bizavkar dibêjin, dûhî heynî hêzên hikumetê 62 kes kûştin di kiryarên tepeserkirina xwepîşanderan li seranserî Sûrîya.

Civata Mafên Mirovan ya Netewên Yekgirtî bikarînan hêzê li dijî medenîyan li Sûrîye şermezar kir. Civatê biyar jî da vekolînekê di wan tundûtujîyan de biket.

Roja Şemîyê li bajarê Kobanê xwepîşandaneka bi aştî hat kirin. Di hevpeyvînekê de digel Pişka Kûrdî ya Dengê Amerîka Redîf Mustefa, serokê Komîteya Mafên Mirovên Kurd li Sûrîye got, Îxwan Mûslimîn rêberatîya xwepîşandanên welatî na kin.

Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Redîf f Mustefa, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.