Piştî hilbijartina 1ê Mijdarê Serdema 26an ya parlamentoya Tirkîyê, îro bi sondxwarinê destpê dike, lê sonda Leyla Zana dîsa bû sedema kêşeyek.
Parlamentera Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya bajarê Agirî Leyla Zana, berîya ku sond bixwe, bi Kurdî got “Bi hêvîya aşitîyeke bi rûmet û mayînde.”
Di sonda parlamenterîyê de li ser gelê Tirk tê sondxwarin, lê Leyla Zana di dêvla gelê Tirk de got” Gelê Tirkîyê.”
Parlamenterê CHPê Deniz Baykal, jibo merasîma sondxwarinê seroktîya parlamenê dike. Wî îtiraz li sondaxwarina Leyla Zana kir û xwest ku Zana sondê dubare bike. Lê Xanim Zana sond dubare nekir.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Leyla Zana cara pêşî di hilbjartinên 1991ê de bi Kurdî sond xwaribû û gotibû “Ez vê sondê jibo biratîya gelê Kurd û Tirk dixwim.”
Li hember sondxwarina wê ya bi Kurdî bertekên tûnd hatibûn nişandan. Ev bû yek ji wan sedeman ku destlênedanîya parlamenterîya wê û yên Hatip Dicle, Ahmet Turk, Sirri Sakik, Orhan Dogan û Mahmut Alinak were rakirin û ew bikevin zindanê.
Zana di sala 2004'an de ji zindanê derket û ev car dibe heyama wê ya pênca di parlamenterîyê de.
Parlamentera HDPê ya Stembolê Pervîn Buldan di televîzyona İMCê de got “parlamenterek sondê bi bîsmîlah da destêkirin. Yekî din jî bi erebî çend tiştan got. Divê gotina Leyla Zana ya bi Kurdî jî weke kêşe nişan nedin.”
Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş jî jiber ku amelîyatek biçûk bûye, beşdarê merasîma sondxwarinê nebû.
Your browser doesn’t support HTML5
KHF_Leyla_Zana_11-17_15