Li Banyas Serbazên Sûrî 3 Xanim Kuştin

Li Banyas Serbazên Sûrî 3 Xanim Kuştin

Bizavkarên mafên mirovan li Sûrîye dibêjin, serbazên Sûrî 3 xanim kuştin xwepîşandan dikir li dervey bajarê Banyas, rojekê piştî tundûtujîyên Roja Berxwedanê 31 kes kuştîn.

Demekî zû îro Şemîyê serbazên Sûrî ketin nav Banyas şahîdan got, belemên leşkerî nobedarîya kenarên bajarî dikir.

Bizavkaran got, kehreb û rêkên peywendîyan li Banyas hatibun birîn berî serbaz ji sê alîyan bikevin bajar.

Duhî bi hezaran kes ketin nav cadan li Dîmeşqa paytext û çendîn bajarên dî li seranserî welatî û daxwaza ruxandina rijêma Beşar Esed dikir.

Bizavkaran got, hêzên Sûrî teqe li xwepîşandearan kir û 26 kuştin. Belê ajansa SANA ya dewletê ragihand ku cerdekarên tawanbar hêrîş kirîye û efserek û 4 polîs li bajarê Homs kuştine.