Li Bîrewerîya 12 Salîya Girtina Ocalan Kurd Xwenîşandana dikin

Bajarê Amedê

Li bîrewerîya 12 salîya girtina rêberê serheldayên Kurd Abulla Ocalan li çendîn bajarên piranîya Kurdan, xelik xwenîşandana dikin û daxwaza xweserîya demukrat û azad kirina Ocalan dikin. Di hevpeyvînekê de digel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, endamê perlemanê Tirkiya Ozdel Uçer got hêzên hikimetê rê li xwenîşandana digirin û bi hezara kes binçav kirine.

Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Uçer, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.