Lîstikvan Songul Kurkutan û Roja Cîhanî ya Jinan

Jinên Kurd li Dîyarbekirê roja xwe pîroz dikin.

Roja Cîhanî ya Jinan li seranser cîhanê bi gelek rêdeçûn, panel, konfrans û kiryarên cihrengî ve tê pîroz kirin.

Di hevpeyvîna zindî ya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, lîstikvan û fîlmçêkera Kurd Songul Kurkutan behsa girîngîya vê rojê dike û derbarê çalakîyên Strenbolê de agahdarîyan dide.

Songul Kurkutan her wiha qala rêza fîlmê Cîran Cîran jî dike ku jinên Kurd bi awayekî modern û pêşketî nîşan dide.

Birêz Kurkutan dibêje, heta niha di fîlmên Tirkî, Erebî û Farsî de Kurdan, taybetî ji jinên Kurdan bi awayekî nezan dihatin nîşan dan. Lê, bi Cîran Cîran me xwest ku bi awayekî nûjen û modern behsa Kurdan bikin.

Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn klîk bikin.