Merwan Osman: Rejîma Sûrî Dixwaze Şerê Navxweyî Derxîne

Xwepêşanderên Sûrî daxwaza azadîyê dikin

Di demeke de ku xwepêşandanên dijî hikûmetê li seranser Sûrîyê didomin, Serok Beşar Esed roja Şemîyê axaftinek û dubare soza çend refiorman kir ku yek jî wan jî rakirina rewşa awarte ye.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de nivîskar Merwan Osman gotara Beşar Esed dinirixîne û her wiha qala xwepêşandanên li Sûrîyê dike.

Birêz Osman dibêje, rejîma Sûrî fêr bûye ku hemî problêmên heyî bî rîya tundî û dijwarî çareser bike û vê gavê jî heman rêbazê bikar tîne.

Merwan Osman her wiha dibêje, armanca rejîma Sûrî ev e ku rê li ber yekbûna civatê bigire û şerekî navxweyî li navbêra hemê pêkhatiyan derxîne.

Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.