Sazîya Hilbijartina Bilind a Tirkîyeyê (YSK) berbijarîya 12 sîyasetvanan betal kir ku 7 ji wan jî Kurd in.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de hiqûqzanê Kurd Mesut Beştaş biryara YSK’ê dinirxîne.
Birêz Beştaş ku di heman demê de awuqatê Leya Zana ye dibêje, hîn kes dixwazin ji Kurdan re bêjin ku di sîstema Tirkîyê de cîyê we tuneye.
Mesut Beştaş dibêje, ez çaverê dikim ku YSK vê biryara bê bingeh paşve bikşîne û rê bide sîyasetvanên Kurd tev li hilbijartinan bibin.
Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.