Dengekî Genc li Xerîbîyê: Mevan Salih Zaxoyî

Mevan Salih Zaxoyî li konferansa Kongreya Netewî ya Kurdi (KNC) stranên xwe pêşkêş dike. Calgary, Gulan, 2011

Mevan Salih Zaxoyî stranvanekî xort e ku ji salên dûr û dirêj vir ve li Kanadayê dijî. Malbata wî jî wekî bi hezaran malbatên Kurd yên ji Kurdistana Îraqê ji rejîma Saddam Huseyîn revîne û li xerîbîyê pênaber bûye.

Mevan li sala 2001’ê berhema xwe ya yekê bi navê “Xem û Kovan” derxistîye ku ji alîyê civata Kanadayê ve hatiye ecibandin. Lê, jiber tunebûna derfetên diravî û teknîkî nekarîye berhemên xwe yên nû amade bikira.

Mevan Salih dibêje, wî heta niha pişikdarîya gelek şev û ahengên Kurdî kirîye û qet dirav jî wernegirtîye. “Ez ji xwe re erkek dibînim ku xîzmeta ziman, çand û hunera gelê xwe bikim da ku zarokên me ji ferheng û toreyên xwe dûr nekevin”

Me jibo bernameya “Jîyan li Xerîbîyê” serêdana Mevan Salih Zaxoyî kir û ev hevpeyvînê ligel wî pêk anî.

Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn, guhdarîya vê hevpeyvîna taybet bikin.