Li Tirkîyê Gotûbêjên Ser Kuştina Malbata Kurd Didomin

Your browser doesn’t support HTML5

Li Tirkîyê gotûbêjên ser kuştina malbata Dedeoglu ya Kurd li bajarê Konya didomin
Li Tirkîyê gotûbêjên ser kuştina malbata Dedeoglu ya Kurd li bajarê Konya didomin.

Hin kes îdia dikin ku ew kuştinkarî ne kiryareke nîjadperestî, lê bûyereke navbera du malbatan e.

Komela Mafê Mirovan (IHD), ku niha li ser bûyerê raportekê amade dike, dibêje malbata Dedeoglu jiber Kurdbûna xwe hate kuştin.