Mihemed Îsmaîl: Divê Amerîka Helwesta Xwe ya Ser Sûrîyê Xûrtir Bike

Endamê Buroya Sîyasî yê Partîya Demoqrata Kurd li Sûrîyê û endamê Encumana Niştîmanî ya Kurdî, Mihemed Îsmaîl vê gavê li Brîtanya ye ku danûstandinan ligel sîyasetvan û nûnerên sazîyên sîvîl yên wî welatî bike.

Birêz Îsmaîl di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka qala serdana xwe dike û dibêje, heta kesên ku bi wan re hevdîtinan dikin piştgirîya xwe jibo gelê Kurd û gelê Sûrî bi tevahî radigîhînin.

Îsmaîl Mihemed her wiha dibêje, ew çaverê dikin ku Amerîka di kêşeya Sûrîyê de helwesteke xûrtir nîşan bide û hevdîtinan bi Kurdan û pêkhatîyên din yên Sûrîyê bike.

Kerem kin bi lînka jorîn guhdarîya vê hevpeyvîna taybet bikin.