M. Salih Mislim: Destê Bîyanîyan di Peqînên li Şamê de Heye

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayêde, Serokê PYD’ê Salih Mihemed Mislim li ser peqînên vê dawîyê yên li Şam û Helebê diaxife.

Birêz Mislim dibêje, êrîşên ku li Şamê diqewimin dişibe karê pisporan û bi texmîna wan El Qayde li pêy wî karî heye.

Salij Mihemed Mislim bal dikşîne ser wê yekê ku peqînên li Şamê û yên ku îro li Îraqê qewimîne gelek nêzîkî hev in û ew jî gumana wan xûrt dike ku êrîşên li Sûrîyê ne karê Artêşa Azad ya Sûrîyê ye.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka “Guhdarî kirin”a jorîn klîk bikin.